Enqara: Hêjmara miriyan 100 ya birîndaran jî 300 derbas kir!

Enqara: Hêjmara miriyan 100 ya birîndaran jî 300 derbas kir!

 

Rojava News: Îro li paytexta Tirkiyê, Enqerê, du teqînên bihêz çêbûn, di encamê de herî kêm 100 kes mirin û 286 kes jî birîndar bûn.

 

Di teqîna ku Li paytexta Tirkiyê, Enqere  çêbû de jimara miriyan 100 derbaskir, birîndar jî  hêjmara xwe gihayê 300 kesî.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand, îro saet 10:04 li Enqerê û li cihê mîtînga ku ji aliyê komek saziyên sivîl ve hatibû organîzekirin, du teqînên çêbûn.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînên han de ku nayê zanîn çawa çêbûne.