Rojava News: Şevê din 8 girtî di zindana navendî ya Urmiyê de hatin darvekirin.
Li girtîgeha navenda ya bajarê Urmiyê şevê din 8 girtî hatin darvekirin. Ev girtî bi behaneya kirrîn û firotina madeyên hişber rastî cezayê darvekirinê hatin. Ev her 8 kes roja beriya wê ji bo werin darvekirin ji hucreyên takekesî re hatibûn veguhestin.
Saziya mafê girtiyên siyasî û medenî li Îranê ev nûçe piştrast kir û dazanîn ku nasnameya kesên hatine davrekirin eşkere nebûye. Heta niha ev nûçe ji aliyê çapemeniyên fermî yên îranê ve nehatiye ragihandin.
10:16:32
