Rojava News: Li Bajarê Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiya Turkiyeyê roja çarşemê borî (07-10-2015) helmetek bi ser malekê de kir, hat dîtin ku di wê deverê de perê bi navê dewleta Îslamî tê çapkirin .
Ajansa Enadol ya Turkiyeyê belavkir ku: hêzên ewlehiya turkiyê li Xazî Entab li navçeya Şahînbî alavên çapkirina pereyên hesin bi navê dewleta Îslamî dîtin , di heman demê de li wê navçeyî jî 6 kesên bîyanî ku tevlî rêxistina terorîstî DAÎŞê bibûn hatin girtin .
Di wê bebatê de Enqera tometbar dibe ku rê li ber çekdarên DAİŞê vedike û çekdar çalekiyên xwe bi eşkera dimeşînin bi taybet bikaranîna axa Turkiyê bo derbas bûna nava Sûriyeyê û Êraqê herwiha firoştina neftê di riya dewleta Turkiyeyê de .
