Li Mûsilê emîrekî DAIŞê hate kuştin

Li Mûsilê emîrekî DAIŞê hate kuştin

Rojava News:Li Mûsilê embareke çek û teqemeniyan a DAIŞê hat teqandin ku di encamê de 8 terorîst hatin kuştin ku yek ji wan pileya wî emîre .  

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ragihand: Embareke çekan a terorîstên DAIŞê li gundê Suhaq a li bakurê Mûsilê teqiya û di encamê de 8 terorîst hatin kuştin ku yek ji wan emîrek bi navê Ebû Eymen e.

Seîd Memozînî got, herwiha diyardeya dizîkirinê li bajarê Mûsilê zêde bûye û duh 12ê Cotmehê 12 otomobîl hatine dizîn û di navbera mehekê de heya niha 213 otomobîl hatine dizîn.

Memozînî got, li bajarokê Geyare jinekê 3 çekdarên terorîst ên DAIŞê kuştin û piştre bi xwe jî xwe kuşt.

Hat zanîn, çekdarên DAIŞê bi darê zorê destdirêjiya seksî anko cîhada nîkah ligel wê kirine.