Du çekdarên DAIŞî bi kincên bûk û zava xwestin birevin!

Du çekdarên DAIŞî bi kincên bûk û zava xwestin birevin!

Rojava News: Du çekdarên DAIŞê xwastin bi rêya kincên bûk û zava birevin, lê belê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

 

Li gor nuçeyeke ku daketiye Malpera  tora Rudawê;  Di torên civakî de vîdeoyek belav bûye ku tê de xuya dibe, ku 2 çekdarên zilam ên rêxistina DAIŞê bi kincên bûk û zava hatine girtin.

 

Wek di vîdeoyê de tê nîşandan, wan her du çekdaran xwastine bi rêya lixwekirina wan kincan birevin, lê belê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve tên girtin.

 

Yek ji çekdaran kincên bûkê li xwe kiriye û ewê din jî kincê zava li ber de ye.

 

Dema ku ew her du çekdar hewla revê didin, di xaleke kontrolê ya hêzên Iraqê de aşkere dibin û tên girtin.