"100 hezar leşkerên biyanî wê bêne Iraq û Sûriyê"

"100 hezar leşkerên biyanî wê bêne Iraq û Sûriyê"

Rojava News: Du Endamên Kongirêsê Amerîka John McCain û Lindsey Graham daxwaza daneheva 100 hezar leşkerên biyanî ji bo şer li dijî DAIŞê dikin.

 

John McCain ku di heman demê de Serokê Komîta Hêzên Çekdariye di Kongiresê de , rexneyên tund li stratîjiya Amerîka ya niha di şerê li dijî DAIŞê dike û dibêje stratejî bi ti şêweyî serneketiye.

 

John McCain derbarê pêkhatina vê hêzê got: “Heger ev hêz pêk bê, jibo karibe DAIŞê têkbişkîne divê beşek ji vê hêzê li Sûriyê jî bi cîbibe, ew jî wateya wê eve ku hêzên Amerîka bo maweyekî dirêj li Rojhilata navîn bimînin.”

 

Herwiha got: “Ez dibêjim piştî rûxandina DAIŞê wê Erebên Suna beşekî Sûriyê kontirol bikin, divê pêşwaziya vê yekê were kirin.”