Rojava News: Balafirên şer yên hevpeymana navdewletî 22 êrîş li ser bargehên DAÎŞ li Êraqê û Sûriyê pêk anî.
Rêveberiya Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAİŞê ragihand: Frokên şer 3 êrîş di nav axa Sûrî de li navçeyên Reqa û Dêrazorê pêk anî û di encamê de 2 baregeh û navendek girêdayî rêxistina terorîstî ya DAÎŞê hatin ruxandin.
Ji aliyê din ve Frokê hevpeymaniyê 19 caran li bajarên Huyca, Qaem, Felûça, Elhebaniyê, Hêt, Musil, Şengal, Rumadî, Qeyara, Sultan Ebdullah, Til Lefer û Kesk di nav axa Êraqê bombaran kir.
Rêveberiya Hevpeymaniya navdewletî destnîşan kir ku gelek baregeh, yekîneyên teknîkî, navendên perwerdê, otomobîl , çek û alavên serbazî û hawangehek hatiye jinavbirin.
12:36:59
