Bi sedan êlekê xwekujiyê hatin desteserkirin

Bi sedan êlekê xwekujiyê hatin desteserkirin

 

Rojava News: Piştî ku li paytaxtê Tirkiye Anqarayê di encamê êrîşa xwekujî ya DAİŞê de 102 kesan jiyana xwe ji dest da; Ewlehiya deverê time şopandinê teybet li beranber DAİŞê avakirin û di encamê wê de derket hole ku kesên êrîşa xwekujî pêk anîne peyvendiyê wa bi  hucreyên rêxistina terorîstî yê Entabê re heye.

Hat zanîn piştî hurguliyên hatine bi destxistin Hêzên ewlehiya Turkiyê helmeteke teybet bi ser hucreyê DAİŞê ya li Entabê birêvebir.

Li bajarê Entabê hucreya ku endamê rêxistina terorîstî DAİŞê tê de bicîh bûne, hemen demê weke kargeheke bi berhemhênana êlekê xwekujiyê jî bikaranîne.

Li gor wêneyên ku polîsê Tirkiye kişandine, bi sedan qalibê teqemenî yê TNT, êlekê xwekujiyê  ku teqemeniyê pê di bestênin, bi dehan mekînêyê  dirunê ku wan êlekan pê didûrun, herweha hêjmareke zêde bilyeyên ku di bombeyan de bi kartîninhatine desteserkirin.

Li gorî zanyariyan bi wan êlekan li Tirkiye êrîşên xwekujî pêk tînin, hemen demê jî derbasî rojava dikin da li wê derê jî hemen kiryaran pêk bînin.

11:25:57