Li Siudiyê agir li nexweşxaneyekê derket

Li Siudiyê agir li nexweşxaneyekê derket

Rojava News: Duh, Li bajarekî li Erebistana Siudiyê agir di nexweşxaneyekê de derket û di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyan , duh li bajarê Cazan ê Erebistana Siudiyê di nexweşxaneyekê de agir derket û di encam de 25 kesan canê xwe ji dest da û zêdeyî 100 kesan jî birîndar hene.

Derbarî vê buyerê tu daxwiyanî ji aliyên peywendîdar ên Erebistana Siudiyê ve nehatine dayîn lê eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe û sedema agir jî heta niha nayê zanîn.