Li Derya Egeyê dîsa kareset: 13 koçber mirî 7 jî wundayî ne!

Li Derya Egeyê dîsa kareset: 13 koçber mirî 7 jî wundayî ne!

Rojava News: Li Tirkiye navçeya Didîmê ya bi ser bajêrê Aydinê dîsa belemeke koçberan ku dixwestin bi rê yên nehînî derbasî Ewropayê bibin noqî avê bû 7 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest da, çarenûsa 7 koçberan jî ne diyare.

Belema ku ji Sûriyê û Iraqê 35 koçber barkirî bûn doh berê sibehî  li nêzîkî peravê Yunanê grava Farmakosini noqî avê bû.

Ji koçberên ku êlekê xweparastinê liber xwe kiri bûn 15 kes hatin rizgarkirin, lê yên din jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku; di belema ku noqî avê bû de 13 koçberan jiyana xwe ji dest da, 7 ji wana zarok bûn, 15 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin her weha 7 kesêdin jî wunda ne.

Li derya Egeyê karê lêgerînê bi 1 helikopterekê û 4 belêmedin yê hêzên peravên Yunan berdewame.

 

12:09:32

 

Şanaz Emîn