Rojava News: Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê eşkere kir ku di heyama mehekê de herî kêm 10 mezinên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor nuçeya daketiye ser malpera Rudawê; Berdevkê hevpeymaniya dijî DAIŞê Steve Warren, duh li paytexta Iraqê-Bexdayê ragihand, di heyama meha Kanûna îsal de, li Sûriye û Iraqê herî kêm 10 mezin û rayedarên DAIŞê di encama êrişên asmanî de hatine kuştin.
Li gorî agahiyên wî rayedarê leşkerî yê Amerîka, di nav kuştiyan wan de yek ji plangerên êrişa 13ê Mijdara îsal a Parîsê bi navê Şeref Muzezzin jî heye. Muezzin roja 24ê vê mehê li Sûriyê hatiye kuştin.
Warren her wiha diyar kir ku çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebdulqadir Hekîm jî ku destê wî di êrişên Parîsê de hebû, li Mûsilê hatiye kuştin.
Berdevkê hevpeymaniya dijî DAIŞê dîsa gef li DAIŞê xwar û got, heta ew li ser êriş û plandanîna êrişan berdewam bin emê jî li wan bidin.
