Rojava News: Aloziya di navbera Îranê û Erebîstana Siûdî de berdewame, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xwe amade dike da hewl bide pirsgirêka di navbera Riyaz û Tehranê de çareser bike.
Berdevkê NY Stephane Dûjarrîc di wê derbarê got Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra wê hewl bide pirsgirêka di navbera Riyaz û Tehranê de çareser bike.
Dûjarrîc diyar kir ku Nûnerê Taybet wê destpêkê seredana Erebîstana Siûdiye bike piştî hevdîtinên li Riyazê wê derbasî paytexta Îran Tehranê bibe.
Li aliyê din, bi destpêkirina aloziya navbera her du welatan re, şerê li Yemenê jî gurr bû. Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Siûdiyan agirbest xera kirin û ji nû ve bombe li Hûsiyên Tevgera Şîa ya Yemenê barand.
