DAIŞ'ê li Mûsilê darbeyên giran xwarin!

DAIŞ'ê li Mûsilê darbeyên giran xwarin!

Rojava News: Frokên şer yên giradeyî hevpeymaniya Navneteweyî  ya dijî DAİŞê  cîhekî ku gelek dirawên DAİŞê lê bûn   bombarankirin û avahî têkbirin.

Qenala televîzyona CNN di nûçeya xwe de got “Awahiya pere yê DAİŞê hate jinavbirin” ku weke çavkanî jî rayederên pentagon nişan dan.

Li gorî daxuyaniya rayederên Pentagonê,  hin zanyariyên istixbarî hatine wergirtin u li gorî wan zanyariyan  avahiya ku perê  DAİŞê lê ne û ji bo karê terorîstî têne serfkirin hatiye tespîtkirin.

Her weha hatiye gotin tevî ku di hemen avahiyê de kesên sivîl jî jiyandikirin  ji ber girîngiya cîh dîsa hatiye ermanckirin û avahî hatiye jinavbirin.

Tê payinkirin ku ji 7 ta 8 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest da bin.