Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Dawutoglu li vegera Elmanyayê li beranber axaftina Cîgirê Serokê Emrîkayê Joe Biden ku dibêje PKK û PYDê ne yekin de bersiv da u got; Eger Tirkiye weke gefekê bibîne dê weke Qandîl diikê wê êrîşî PYDê jî bike”
Li beranber axaftina Bîden ku gotiye “Pêviste PKKê û PYDê wek hev neyê dîtin” de Ahmet Dawutoglu bersiveke tund da got; “Bîden nizanî ku Ji Qandîl grubên çekdarî derbasî Sûriyê dibin, ji Sûriyê jî çekdar û teqemenî derbasî Tirkiyê dikin. Eger em wê yekê weke gefekê bibînin midexelaya ku em li Qendîl dikin emê li ser YPGê jî bikin.
Ew demeke leşkerê Tirkî yê ser sînor bi ser girê Spî de gulebarînê dike, herweha jimareyek ji hêzên xwe jî beriya demekê derbasî nav xaka Suriyê aliyê Cerablûsê kiribû.
Şanaz Emin
