Emarat amadebûna xwe ji bo şandina hêzeke bejayî li Sûriyê diyar dike

Emarat amadebûna xwe ji bo şandina hêzeke bejayî li Sûriyê diyar dike

Rojava News: Welatê Emarat ragihand ku ew amadeye hêzên leşkerî yên bejayî di çarçoveya hevpeymaniya  navdewletî li dijî DAIŞê bişîne Suriyayê.

Enwer Qirqaş wezîrê karûbarên derve yê welatê Emarat di kongreyekî rojnamevanî de li Ebûzebî diyar kir ku helwesta wan herdem ew bû ku şerê DAIŞê divê bi beşdariya hêzên bejayî be.

Navbûrî tekez kir ku eger ne bi fermanderyeke Amrîkî be ew beşdar nabin.

Ev daxuyanî piştî ku Erbistana Sûdî heftiya bûrî amadebûna xwe ji bo şandina hêzên leşkerî yên bejayî bo Sûriyayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de tê.

9:42:15 AM