Rojava News: Serokê Amerîka Barack Obama û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê li ser rewşa Sûriyê, kirîza YPGê û teqîna vê dawiyê ya Enqerê axivîne.
Di Daxuyaniya Enqerê li ser hevpeyvîna Obama û Erdogan hate ragihand, Serokê Amerîka Barack Obama li hember pêşdeçûnên hêzên rêjîma Sûriyê û YPGê li bakurê rojavayê Sûriyê dilgiraniya xwe aniye ziman û gotiye, divê her çalakî û êrişa ku bibe sedema ziyandîtina xebatên hevbeş ên li dijî DAIŞê, bên sekinandin.
Beriya niha jî gellek caran rayedarên Amerîka bang li Tirkiyê kiribûn, êrişên li dijî YPGê bide sekinandin. Tirkiye dibêje, YPG jî mîna PKKê terorîst e lê Amerîka berovajî Tirkiyê hizir dike.
