Firokeyên şer ên Siudî gehiştin Încîrlîkê

Firokeyên şer ên Siudî gehiştin Încîrlîkê

Rojava News: 4 firokeyên şer ên Erebistana Siudiyê bi mebesta têkoşîna li dijî DAIŞê daketin baregeha Încîrlîkê ya Edeneyê.

Êdî firokeyên şer ên Erebistana Siudiyê jî li gel dewletên Amerîka û Tirkiye tev li operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞ'ê dibin. Hefteya borî rayedarên Siudiyê destnîşan kirin ku 4 firoke û 15 personelên xwe dê bişînin baregeha Încîrlîkê.

Piştî vê daxuyaniyê, gelek kelepûlên leşkerî û personel hatin Edeneyê. Îro jî 4 firoke şer daketin Încîrlîkê. Menzîlên firokeyên şer 5 hezar kîlometre ye û leza wan jî 3 hezar kîlometre ye.

Li baregeha Încîrlîkê, li gel Erebistana Siûdiyê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de bi tevahî 5 welat cih digirin.

Beriya 15 rojan di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de hatibû diyar kirin ku Erebîstana Siudî balafirên xwe dê bişîne Încîrlîkê. 

 09:45:20