Îmarata Erebî: ‘Di navbera DAIŞ û Heşdî Şebî de cûdahî nîne'

Îmarata Erebî: ‘Di navbera DAIŞ û Heşdî Şebî de cûdahî nîne'

Rojava News: Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî ragehand ku tu cûdahî di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî, Hêza Bedir û Ebûfezil Ebas de tuneye.

Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Şêx Ebdulla bîn Zayîd di civîna çapemenî de ragehand ku tu cûdahî di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî, Hêza Bedir, Ebûfezil Ebas û giropên din yên Îran piştîvanîya wan dike tuneye.

Wezîrê derve yê Îmaratê got: Nabe cûdahî bihê kirin di navbera DAIŞ û El Nûsrayê ji alîyekê, li gel wan girûpên Îran piştîvanîya wan dike li Îraq û Sûriyeyê.

Bîn Zayîd di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku heke em bixwazin DAIŞ û El Nûsrayê bi temamî ji nav bibin, nabe wê ji berçavan negrîn ku yekeyên Ebûfezil Ebas, hêza Bedir, Heşdî Şebî û Hizbullah li dijî gelên Îraq û Sûriyeyê encam didin.

Ji alîyê xwe ve nivîsîngeha rojanamevanîya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ev axaftinên Wezîrê Derve yê Îmaratê şermezar kir.

Di ragehandinekê de nivîsîngeha rojnamevanîya Heyder Ebadî amaje bi wê yekê kir ku Heşdî Şebî desteyeka ser bi Serokatîya Civata Wezîrane û pişkeke ji sîstema parastina Iraqê û axivtinên Wezîrê Derveyê Îmaratê red kir.