Li ser sînorê Urdin û Sûriyê şer derket

Li ser sînorê Urdin û Sûriyê şer derket

Rojava News: Li ser sînorê navbera Urdin û Sûriyê di navbera hêzên ewlehiyê yên Urdinê û komeke çekdarî de şer derket.

Li gor agahiyan, Hêzên ewlehiyê yên Urdin li ser sînorê wî  welatî yê bi Sûriyê re rûbirûyê komek çekdar bûn.

Di navbera wê koma çekdarî û hêzên ewlehiyê yên Urdinê de şer û pevçûn derket û hêzên Urdinî rê nedan çekdar sînor derbas bikin.

Hat zanîn, şer li ser sînorê navçeya Irbid a Urdinê ku hevsînorê Sûriyê ye, derketiye.

Li gor agahiyên destpêkê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê yên Urdinê û çekdaran de, leşkerekî Urdinê hatiye kuştin.

Derbarê bûyerê de hêj ti zanyariyên zêdetir nehatine belavkirin. Herwiha rayedarên Urdinê jî ti daxuyanî li ser bûyer îşev nedane.

Ji destpêka şerê navxweyi yê Sûriyê ve heya niha Urdinê hêzeke mezin li ser sînorê xwe û Sûriyê bicih kiriye. Her çiqas ku şerê li Sûriyê bi dijwarî di navbera wan 5 salan de berdewam bû, lê belê bi awayeke giştî sînorê Urdinê bi wî welatî re ewleh bû.

Di encama berdewamiya kirîza Sûriyê, bi sedan hezar welatiyên Sûriyê koçberî Urdinê bûne û li kampên ser sînorê navbera her du welatan hatine bicihkirin.

09:57:46