Yûnanistanê zêdeyî 300 koçberan vedigerîne Tirkiyeyê

Yûnanistanê zêdeyî 300 koçberan vedigerîne Tirkiyeyê

Rojava News: Yûnanistanê , piraniya wan Fasî û Tûnisî 150 koçber vegerand Tirkiyeyê. Ev dersînorkirin di çarçoveya peymana 'qebûlkirina vegerandinê' ya di sala 2002'an de bi Tirkiyeyê re hat morkirin, pêk hat.

Yûnanistanê, piraniya wan Fasî û Tûnisî 150 koçber vegerand Tirkiyeyê. Ev dersînorkirin di çarçoveya peymana 'qebûlkirina vegerandinê' ya di sala 2002'an de bi Tirkiyeyê re hat morkirin, pêk hat.

Wezareta Parastina Welatiyan a Yûnanistanê  da xuyakirin, ku wê rojên Sêşem û Çarşemê bi giştî 308 penaber li Tirkiyeyê bên vegerandin. Ji van koma destpêkê ya bi qasî 150 kes bûn, hatin dersînorkirin. Wezaretê zelal nekir ku wê di dema pêş de ev dersînorkirin bidome yan na.

Di destpêka meha Çileyê de bi dehan koçberên ji Magrebî radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin.

Yûnanistanê di çarçoveya peymana 'qebûlkirina vegerandinê' ya di sala 2002'an de bi Tirkiyeyê re hatiye morkirin, gelek caran hewl da koçberan vegerîne. Lê belê Tirkiyeyê bi giranî red kiribû ku koçberan qebûl bike.

Ji ber ku bi sed hezaran kes di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûn, hikûmeta  Yûnanistanê di mehên dawî de gelek caran bang li Enqereyê kir ku li gorî peymanê tevbigere.

10:44:17