Rojava News: Wezareta Derve ya Tirkiyê di derheqê ragihandina Federasyona li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û got, “Em biryara êlankirina federasyoneke yek alî qebûl nakin.”
Rayedarekî ji Wezareta Karên Derve ji Reutersê re biryara federasyona Bakûrê Sûriyê nirxand û got, “Em yekparetiya netewî ya Sûriyê dixwezin. Biryareke yek alî em qebûl nakin. Pergala birêvebirina dewleta Sûriyê dê ji aliyê xelkê Sûriyê ve bi destûreke nû were diyarkirin.”
