Rojava News: Di daxuyaniyeke de hat ragihandin ku hêzên ezmanî yên hevpeymanê 11 êrîş li herêmên Buhiyat, Hît, Kîsîk û Hebaniyê pêk anîn.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek çekên giran, depoyên çekan, navendên şerî û herêmên moşekavêtinê jî hatin xerakirin.
Li Sûriyeyê jî hevpeymanê 9 êrîş li Holê, Eyn Îsa û Mare'ê pêk anîn û di encama êrîşê de gelek cihên giring û navgîn jî hatin rûxandin.
