DAIŞ, zarokên ku direvîne wekî milîtan bi kar tîne!

DAIŞ, zarokên ku direvîne wekî milîtan bi kar tîne!

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê di demên dawî de li Iraq û Sûriyeyê axa ku di bin kontrola wê de bû gelekî wê winda kir û li hemberî kêmbûna çekdarên xwe zarokên ku revandine ji bo karê terorîstî perwerde dike.

Li gorî nûçeya Gayane Chichakyanê kanala Russia Today (RT) yê, DAIŞ, bi sedema kêmbûna mûçe, çekdarên ku ji şer direvin û operasyonan di peydekirina milîtanan de ketiye zoriyê û niha zarokên ku revandibûn ji bo karên terorîstî perwerde dike û ev jî ji xeyrî bêçareyiya rêxistinê rûyê wê hovane derdixîne pêş.

Tê gotin, zarokên ku ji bo DAIŞê şerdikin herî zêde 8 salî ne û piraniya wan jî di şer û pevçûnan de hatine revandin. Rêxistina terorîst di hezîrana sala borî de ji Iraqê nêzî 400 zarokên êzidî revandibûn.

Her wiha rêxistina terorîst zarokan ji bo kare propaxandayê jî bi kar tîne. Rêxistinê heta niha gelek vîdyoyên ku bi awayên hovane zarokan perwerde dike parve kirin.

Di vîdyoyeke sala borî de jî rêxistina terorîst, bi lîstika veşartokê zarok perwerdeyî kuştinê dikirin. Her wiha di vîdyoyeke din de jî ‘Cihadîstê Biçuk' ê 4 salî bi qumandayê sê dîlan dikuje.

10:06:59