Rojava News: Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragehand ku, heta niha nehîştine 37 hezar çekdarên biyanî derbasî Tirkiyê bibe û 3 hezaran zêdetir kes jî dersînor kirine.
Derbarê vê mijarê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Piştî bûyerên wek yên Brukselê gotinên dijî îslamiyetê pêş dikevin û bu siyasetê tên bikaranîn. Divê alimên olî û siyasetmedar berpirsiyar tevbigerin. Gotinên wiha tenê rêxistinên wek DAIŞ û El Kaîde'yê bihêz dike."
Herwiha Kalin aşkere kir û got: "Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de heta niha me nehîştiye ji 120 welatan 37 hezar kes derbasî Tirkiyê bibin. Me ji 3 hezaran zêdetir kes jî ji ber gumanan dersînor kirine. Tirkiye di vê mijarê de bibiryar e û çi dikeve ser bi cih tîne."
Wek tê zanîn ku, gelek welat Tirkiyê bi piştevaniya terorê tometbardike û dibêjên ku, çekdarên DAIŞê bi rêya Tirkiyê derbarî Sûriyê dibin.
