Rojava News: Endamê Rusyayê yê Netewên Yekbuyî (NY) yê daîmî Vitali Çurkin, belgenameyek pêşkêşî Ewlekariya Navnetewî kir, ku Tirkiyê tometbar dike bi awayekî veşartî çek û teqemenî dide grupên terorîstên DAIŞê. Herwaha çend tometên din jî di wê belgeyê de cîh digrin.
Çurkin belgenameyek belav kir û di wê belgenameyê de, li ser peyvendiyên Tirkiyê û DAIŞê dike û dibêje; bi awayekî veşartî pare û çek têne birêkirin û ji aliyê leşkerî ve jî alîkarî ji wan re tê kirin.
Li gor gotinên Çurkin, Tirkiyê li bankeyên Ewropa bi hejmarekî taybet ji bo grubên DAIŞê bi navê çend kesên xwe hesab ji war re vekiriye û alîkariyê ji bo war birêdike. Herwaha navê veqfa Beşar tê anîn û bi rêya wê veqfê ve gelek alîkariyên madî û leşkerî yên binavê Tirkmenan ve alîkarî ji DAIŞê re tê dayîn.
Herwaha tê gotin Tirkiyê madeyên kîmyayî û bombeyên amade bi rêya Ezaz, Reyhanli, Qamişlo û Cerablûsê ve ji DAIŞê re dişîne.
Ew tometên Rusyayê di demekî de destpê kir, ku Tirkiyê balefirekî Rusyayê li Sûriyê xiste xar û peyvendiyên wan berbi xirabiyê ve çûn û ji ber vê belgeyên Rusyayê jî berdewam li ser bingehê rexnegirîne li ser Tirkiyê.
