Balefirên hêzên hevpeymaniyê çeperê DAİŞê bombarankirin!

Balefirên hêzên hevpeymaniyê çeperê DAİŞê bombarankirin!

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka berdewam in li ser lêdana DAIŞê li Kurdistan û Iraq û Sûriyê û herî dawî 26 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.

Fermanderiya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê di daxuyaniyeke de ragihand, di 24 saetên borî de balafiran li Başûrê Kurdistanê û Iraqê 20 êriş pêk anîne.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniya navdewletî ew operasyon li nêzîk navçeyên Qayîm, Hebaniye, Hedîse, Hît, Kerkûk, Geyare, Rumadî, Şingal û Sultan Ebdulah hatin encamdan.

Di wan operasyonan de hejmarek navendên û embarên çekan û hejmarek tankerên petrolê û otomobîlên bombekirî û rokêtên DAIŞê hatine jinavbirin.

Ji aliyekî din ve, hevpeymaniya navdewletî ragihand ku balafirên wan li Sûriyê jî 6 operasyon pêk anîne ew jî li nêzîk Reqa,Hol û Marihê, ku tê de ziyaneke mezin gihîştiye DAIŞê.