Balafirên şer li Konsulxaneya Tirkiyê ya bajarê Mûsilê dan!

Balafirên şer li Konsulxaneya Tirkiyê ya bajarê Mûsilê dan!

Rojava News: Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku berbanga sibeha îro (4 Nîsanê) saet 03:00, balafirên şer ên hêzên hevpeyman li avahiya Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê, ku komek mezin û çekdarên DAIŞê tê de bûn, bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya êrişê, welatên hevpeyman agahî dane Tirkiyê û piştî erêkirina Enqerê, êriş pêk hatiye.

​Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve, Tirkiye ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha bi hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê re hevkariyê dike û dê li ser vê yekê jî berdewam be.

Bajarê Mûsilê, havîna 2014an ket destê DAIŞê. Piştî ku bajar hat girtin, çekdarên DAIŞê derbasî nav Konsulxaneya Tirkiyeyê bibûn û konsul û 48 karmendên konsulxanê girtibûn, lê piştî 4 mehan serbest berdabûn.