Rojava News: Di çend êrişên xwekujî yên bajarên Iraqê herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di çend êrişên xwekujî yên bajarên Iraqê herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrişên xwekujî yên bajarê Bexdayê û bakurê welat de ku hêzên ewlehî hedef hatin girtin, herî kêm 20 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.
Êrişa xwekujî ya pêşî li bakurê Bexdayê li dijî nuqteya kontrola hêzên ewlehî pêk hat, her wiha êrişkeran heza paramîlîter a alîgirê hikumetê û resturandek hedef girtin.
Li gorî pêşbîniyan dibe êrişên xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê ku her diçe li derdora Bexdayê hêza xwe winda dike pêk anîbe.
12:33:36
