11:06:05
Rojava News: Ji aliyê sînorê Sûriyê ve 3 roket li navenda parêzgera Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê ketin.
Li gor agahiyan 3 roketên ku ji aliyê Sûriyê ve hatine avêtin, li navenda bajarê Kilîsê ketin.
Roketek li xanieyeke ketiye û li gor agahiyan 12 kes birîndar bûne.
Parêzgarl Kilîsê Suleyman Tapsiz di daxuyaniyeke de diyar kir tevahî 12 birîndar hene û birîna kesekê xeter e.
Suleyman Tapsiz herwiha da zanîn hêzên artêşa Tirkiyê ew cihên ku jê roket hatine avêtin, rûxandine.
Polîs û tîmên tendirustiyê ji bo herêmê hatine veguhestin û birîndar ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaeya Dewletê ya Kilisê.
Hat zanîn vê sibehê jî 2 guleyê din yê katoşa ketine bajarê Kilîsê.
