Pêla Koçberan ber bi Ewropayê dîsa zêde bû!

Pêla Koçberan ber bi Ewropayê dîsa zêde bû!

13:12:13

 

Rojava News: Saziyeke navdewletî eşkere dike ku bi tenê di van 4 rojên dawiyê de 6 hezar koçber gihîştine îtalya û ragihand ku ji destpêka îsal û heya niha, zêdetirî 177 hezar koçber û penaber gihîştine Ewropayê.

Saziya Koç û Koçberan a Navdewletî duh roja înê eşkere kir ku niha piraniya koçber û penaberan ji Lîbya berê xwe didin Îtalyayê.

Berdevekê Saziya Koç û Koçberan a Navdewletî Micheall Milman rgihand ku ji roja sêşemê û heya niha di van 4 rojan de, 6 hezar koçber û penaber gihîştine Îtalyayê ku piraniya wan xelkê welatên Afrîqa ne û hejmareke kêm ji xelkê Sûriyê di nav wan de ne.