Papa ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bang kir

Papa ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bang kir

Rojava News: Lîderê Xiristiyan Francis Papa bang li hemû siyasetmedar û rêveberên olî kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Xiristiyan û Êzidiyên ên li Iraq û Sûryeyê, derkevin.

Der barê mijarê de Lîderê Xiristiyan Francis Papa ji rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth re axivî û wiha got: “Ev tundiya ku îro ser Xiristiyanan tê meşandin ji dema hebûna wan a yekemîn heta roja îro, tundiya herî xerab e."

Francis Papa di nava gotinên xwe de wiha anî ziman: “Ev êrîşên hov ên ku di dema niha de çêdibin nayên wesifandin."

Francis Papa axaftina xwe bi dawî kir: “Tundiya ku li ser Xiristiyan, Êzidî û hemû pêkhateyan, hewcedarî bi helwesteke leheng û aşkera ji aliyê siyasetmedar û rêveberên olî bi taybet ên Misilman heye."