Li Kabîl êrîşa xwekujî: 24 mirîi 100 birîndar!

Li Kabîl êrîşa xwekujî: 24 mirîi 100 birîndar!

12:24:44

 

Rojava News: Li paytexta Efxanistanê bajarê Kabûlê îro teqînek mezin qewimî di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Di wê derbarê de BBC ragihand ku, îro danê sibê li nêzîk Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kabûlê teqîn çêbûye.Rêxistina Talîbanê, bi wesayîteke bombekirî êrîşî Saziya Ewlehî ya Neteweyî ya Afganîstanê (NDS) kir. Derbarê kuştî û birîndaran de hê jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê li gorî çavkaniyên herêmî di êrîşê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bû.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Afganîstanê Siddik Sidikî di daxuyaniya xwe de ragihand ku wesayîta bombekirî ku xwest têkeve nava baregeha îstîxbaratê NDS’yê, lê negihişt armanca xwe û li devê derî hat teqandin.