Amerîka di 6 heftîyanda dê 5 hezar xwebexşan perwerde bike

Amerîka di 6 heftîyanda dê 5 hezar xwebexşan perwerde bike

Rojava News: Berpirsên Amerîka destpêkirina meşqa yekem gera xwe bexşên Îraqê destpê kir, di çarçeva planekê da ku di her şeş heftîyan da pênc hezar xwe bexş bo şerê Daişê bêne meşq dan.

Rojnameya New York times belav kirîye, weke berhevîyên êrîşa sertaserîya ser Daişê ku li bihara bê dê were kirin, şîretkarên serbazîyên Amerîka meşqa yekem gera xwebexşên Îraqê destpê kir û biryare li naverasta meha bê bo şerê Daişê amade bin.

Li gorî plana meşqê, şîretkarên serbazîyên Amerîka bi nîyazin, di her şeş heftîyan da 5 hezar xwebexşan meşq bidin û bo şerê seranserî ameda bikin ku tê çaverêkirin li bihara îsal bê kirin.

Wîlayetên yekgirtîyên Amerîka niha hezar û 800 şîretkarên serbazî li Îraqê hene û biryare vê hijmarê bo sê hezar şîretkaran bilind bik.