12:24:10
Rojava News: Erebistana Siûdî, bi tometa terorîzmê cezayê îdamê da 14 hemwelatiyên xwe.
Her 14 kesên ku dadgeha Riyada paytext mehkûmî îdamê kirin Şîe û ji navçeya Qetîfa rojhilatê Siûdiyê ne.
Destpêka salê jî Siûdiyê 47 kes, di nav wan de çalakvanê siyasî û şêxê Şîe Nimr el-Nimr di yek şevê de îdam kiribûn.
Piştî îdama el-Nimr peywendiyên Siûdiyê û Îranê daketibûne nizmtirîn astê.
Ji sedî 15ê niştecihên Siûdiyê Şîe ne û rejîma sunne ya wehhabî bi binpêkirina azadiya dînî û mafên civakî yên Şîeyan tê tometbarkirin.
Di xwepêşandanên 2012ê yên li dijî rejîme wehhabî, bi dehan kes ji aliyê polîsê Siûdî ve hatibûne kuştin.
Komên wekî elQaîde û DAIŞê jî gelek caran mizgevt an civatên Qetîfê ji êrîşên xwe re dikin armanc.
