Libnanê derbasbûna penaberan asê kir

Libnanê derbasbûna penaberan asê kir

Rojava News: Welatê Lubnanê dest bi bicihkirina tedbirên tund li ber hatina penaberên Sûriyê dike

 

Hikûmeta Libnanê beriya niha li ser derbasbûna penaberên Sûriyê biryara hin tedbiran  dabû, îro ew biyar dikevin warê bicihkirinê de.

 

Li gorî wan tedbiran, divê welatiyên Sûriyê vîzeya derbasbûnê ji Hikûmeta Lubnanî werbigirin daku bikaribin derbasî wî welatî bibin û ev yekem care di dîroka herdû welatan de ku xelk bi vîzeyê çûn û hatinê bikin. Heta niha welatiyên Sûriyê tenê bi karta nasnameya xwe derbasî Lubnanê dibûn.

 

Di derbarê van tedbîran de Wezîrê Dadê yê Libnanê Secan Qizî ragihand ku tedbîrên welatê wî danîne, ne ji bo qedexekirina çûnûhatina welatiyên Sûriyê ne, ew ji bo rêxistina çûnûhatina wane.