12:07:28
Rojava News: Tirkiyê ragihand, wan bi Amerîka re li ser hebûna YPGê li rojavayê Çemê Firatê li hev kiriye û Washingtonê garantî daye Enqerê ku piştî jinavbirina DAIŞê, şervanên YPGê li rojavayê Çemê Firatê namînin.
Tirkiyê îdîa kir, ku Amerîka granatiyên pêwîst dane wî welatî ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî bidawîhatina operasyona li dijî rêxistina DAIŞê, li deverên rojavayê Çemê Firatê namînin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu îro di hevpeyvîneke ligel televiyona TRT Haber a Tirkiyê de got, ew naxwazin yek şervanê YPGê jî li rojavayê Çemê Firatê be, bi taybet jî piştî bidawîhatina operasyonê.
Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, Amerîkayê bo wê çendê garantî daye Enqerê.
Derbarê operasyona kontrolkirina Mibicê de jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê destnîşan kir: “Em gelek kêfxweş in bi kontrolkirina vî bajêrî, çimku yek ji wan binkeyan bû ku ji wir ve terorîstan gelek êrişî me dikirin. Lê belê em dîsan dilgiranin bi hebûna hêzên PYDê û YPGê di nav pêkhateya Hêzên Sûriya Demokratîk de.”
