Rojava News: Li Tehranê îro her sê wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Îran û Sûriye bi hev re dicivin.
Ofîsa peywendiyên giştî ya Wezareta Berevaniya Îranê ragihand, dê îro roja li Tehranê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoigu, Wezîrê Berevaniya Sûriyê Fehed Casim Firêc û Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dehqan kom dibin
Berpirsên Îranî dibêjin ev civîn ji bo gotubêjkirina rewşa Sûriyê û lehember derketina terorê ye.
Li gor daxuyaniya, di civînê de guhertin, pêşhateyên herî dawiyê, li hemberderketina terorê û operasyonên li Sûriyê dê were gotubêjkirin.
Ofîsa peywendiyên giştî, ev yek jî ragihanand, ku ev civîn li ser daxwaz û banga Wezîrê Berevaniya Îranê li Tehranê tê lidarxistin.
