12:21:33
Rojava News: Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATOyê Alexander Vershbowyî ragihand, dibe ku di siberojê de em rasterast tev li operasyonên li dijî DAIŞê yên Rojhilata Navîn bibin.
Vershbow di forumeke ewlehiyê li Cenevreyê de axivî û got, "Dibe ku NATO bi awayekî rasterast, di siberojê de bi pêşengiya Amerîkayê û ew ê bi balafiran piştgiriya bide operasyonên hewayî û istixbaratê jî bide".
Ji aliyê din ve, Vershbowyî îdîa kir ku hîn jî Rûsya ji bo hevalbendiyê metirsî ye û muhtemelen ji dema şerê sar û heta niha, mezintirîn tehdîd li ser Ewropayê hene û wiha dewam kir; "Bingehê tehdîdê helwesta Rûsyayê ya êrîşkar e ku dibe sedema bêîstiqrariyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê".
Ji aliyekî din ve, Alîkarê Sekreterê NATOyê teqez kir ku ew dixwazin ku diyalogeke stratejîk bi Moskovayê lê ew ji ber kiryarên Rûsyayê ew tişt zehmet e û wiha dewam kir: "Em şerê nûkleer naxwazin. Em çalakiyên xwe li gorî hiqûqa navdewletî û bi pîvan pêk tînin".
