DAIŞ’ê li Urdinê kete kemîne!

DAIŞ’ê li Urdinê kete kemîne!

12:13:24

 

Rojava News: Hêzên taybet ên Urdinê li ser sînorê xwe û Sûriyeyê derdora 28 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê xistin xefkê û kuştin.

Hikûmeta Urdinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî dema komek terorîstên DAIŞê dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Urdinê bibin, rastî êrişa komandoyên Urdinê hatin ji ber wê jî şerekî giran qewimî.

Li gorî agahiyan, şer li deverên Mehiz û Wediyanê qewimî û di encamê de herî kêm 28 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Urdin endamê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê ye ji ber wê jî heta niha gelek caran terorîstên DAIŞê êrişî Urdinê kirine. Herî dawî DAIŞê bi wesayîteke bombekirî êrişî hêzên Urdinê kiribû û di encamê de 6 serbazên îstîxbaratê hatibûn kuştin û 14 jî birîndar bibûn.