12:21:13
Rojava News: Komar a Îslamî ya Îranê piştîvanî ya xwe bo asayîbûn a peywendî yên di navber a Rûsya û Turkîyayê ragehand. Gotebêj ê wezaret a derve y a Îranê, Behram Qasimî, ragehand: Tehran pêşwazîyê li îrade ya û pêngav ên herdû welat ên hevsû Rûsya û Turkîyayê dike bo asayîkirin a peywendîyan
Berpirs ê navend a dîplomat a giştî û ragehandin a wezret a derve ya Îranê, herweh a ragehand ku hêvîdare ku asayîbûn a peywendî yên herdû welatan bikare berjewendî yên herdû weloatan û hemû welat ên deverê biparêze û bibe eger a bi hêzbûn a hevkarî û akincîyê li deverê û herweha bihêzûn a harîkarîyê li dijî şerr ê tîrorê.
Serok ê Rûsyayê di dawîyê de biryar da hinek sizayan li ser Turkîyayê bi helgire, piştî ku Erdogan di nameyekê de daxwaz a lêbûrînê ji Rûsyayê kirî.
