Tirkiye bi hewldana darbeya leşkeri hejiya!

Tirkiye bi hewldana darbeya leşkeri hejiya!

02:31:40

 

Rojava News: Ji aliye grubek leşker ve li seranserê Tirkiyê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hat ragihand. Û jeman grubê dest dane ser televizyona fermî ya Tirkiyê TRTê û bi reya TRTê daxuyaniyeke ku darbeya leşkeri hatiye kirin hate xwendin.

Li gorî daxuyaniya leşkerî ya ku RTUKê belav kir, leşkeran dest bi ser rêveberiya hikûmeta wî welatî de girtine.

 Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Hulusi Akar rehîne hatiye girtin.

 Ajansa Anadolu ya Tirkiyê di hesaba xwe ya li ser Twitterê ragihand, ku di aloziyên îşev ên li wî welatî de Serfermandeyê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Hulusi Akdar jî rehîne hatiye girtin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî  di axavtinekê li ser ekranê CNNturkê bang li xelkê Tirkiyê kir, ku li dijî darbeya leşkerî derkevin ser cadeyan.

Di encama şer û pevçûnên di navbera ertêşa Tirkiyê û Polîsên Tirkiyê de 17 endamê hêzên teybet jatine kuştin.