03:05:39
Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Amerîkayê xwest ku Fetullah Gulen radestî Tirkiyê bike.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, li Stenbolê mitîngek lidar xist û axaftinek pêşkêş kir.
Recep Tayyip Erdoğan bang li Serokê Amerîkayê Barack Obama kir û got: “Wî kesê li Pensîlvanyayê radestî Tirkiyê bikin."
Erdogan wiha got: “Ez bang li Amerîkayê dikim. Ez bangî birêz Serok dikim. Wî kesê li Pensîlvanyayê radestî Tirkiyê bikin. Birêz Serok min bixwe jî ev yek ji te re gotibû.
Ez piştî hewldana vê darbeyê dîsa bang we dikim. Êdî wî kesê li Pensîlvanyayê radestî Tirkiyê bikin. Madem ku em hevalbendên stratejîkin vê daxwaza me bînin cih. We ji me kîjan terrorist xwestibe me radestî we kiriye."
Erdogan herwiha diyar kir bi hezaran endamên dadgehê ji kar hatine dûrxistin.
