Berdevkê DAIŞê: Emê tiştên ku li Fransayê çêbûn, bînin ser hemû welatên Hevpeyman

Berdevkê DAIŞê: Emê tiştên ku li Fransayê çêbûn, bînin ser hemû welatên Hevpeyman

Rojava News: Ebû Esed Ensarî ku wek berdevkê DAIŞê ye jî, îro di xutbeya îniyê li mizgefta Rehman a bajarê Mûsilê de, xutbeyek li ser siyaseta DAIŞê pêşkêş kir.

 

Ebû Esed Ensarî, di xutbeya xwe de ku komek berpirs û çekdarên DAIŞê jî amade bûn, ragihand ku “girtina beşek ji xaka sunniyan ji aliyê êzîdî û yên ku Xwedê naperestin, rûpeleke şermîn e li ser îslam û şerîetê lê emê di demek kurt de dîsa wan deveran bigirin.”

 

 

Wî melayê DAIŞê li ser pêşveçûnên Pêşmerge li devera Şingalê, girtina bajarokê Zûmarê, nahiyeyên Rebîe û Sinûnê û beşek ji bajarê Şingalê jî got: “Beşek biçûk ji xaka Dewleta Îslamî hatiye girtin, ew jî ji ber wê bû ku komek çekdarên xayîn jê vekişiyan lê ew hatin îdamkirin. Emê di demekê kurt de wan deran dîsa bigirin.”

 

 

Wî berdevkê DAIŞê di berdewamiya xutbeya xwe de diyar kir ku Dewleta Îslamî bi dehan mesîhî û şebek berdane, çimkî ti belgeyeke dijberiya DAIŞê li ser wan nehatiye dîtin û wiha axivî: “Ew li wilayeta Neynewayê girtî bûn. Wan nedixwestin herin deverên din û parêzgehên fesad ji ber wê jî li cem me bi awayekê birêz girtî bûn û ti zererek jî negihîşt wan.”

 

 

Ebû Esed Ensarî da zanîn ku dê di nav çend rojên bê de hinek mezinên olî yên hinek kêmîneyên olî û etnîkî berdin û wiha domand: “Ji bo ku hemû kes bizane Dewleta Îslamî çawa nêzîkî girtiyan dibe. Helbet yên ji xeta xwe derketine (şîe) her wiha yên ku mafên Xwedê û Pêxemberê Xwedê nizanin bila xwe qet ewle nebînin li cem Dewleta Îslamî.”

 

 

Berpirsê melayên mizgeftên di bin destê DAIŞê de gef li hemû Ewropa û welatên cîhanê jî xwar û wiha got: “Dewleta Îslamî dibe kilîta rizgarkirina hemû welatên kafir û fasid. Me ji Rojhilata Navîn dest pê kir û emê heta Ewropa û welatên ku heta niha nizanin endamên Dewleta Îslamî çawanin jî, herin.”

 

 

Wî rayedarê DAIŞê behsa êrişa roja 7ê vê mehê ya ku li dijî stafa kovara “Charlie Hebdo” li Parîsê çêbû jî, kir û wiha axivî: “Bûyerên ku li Fransayê çêbûn, dersek bû ji bo hemû wan welatên ku di kuştin û bombebarankirina navendên Dewleta Îslamî de beşdar in, lê di demek kurt de Dewleta Îslamî dê tola xwe ji wan welatan her wiha wan welatên ku ew êriş şermezar kirine, bistîne