12:11:17
Rojava News: Çûn û hatina ji bo Fermandariya Baregeha Tankeran a 10emîn a Incîrlikê heta fermaneke din hat qedexekirin. Wezîrê YEyê Çelikî got: “Me ewlehî bi awayekî giştî nirxand, ti kêşe tine” lê hat zanîn ku ihtimala derbeyeke nû li Adanayê ev istixbarat hat wergirtin.
Derdora saet 23:00, li Adanayê nêzîkî 7 hezar polîsî bergirî li ber Birêveberiya Ewlehiya Adanayê, Walîtiya Adanayê, Balafirgeha Adanayê û Girtîgeha Kurkçulerê girtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê jî, bergiriyên derasayî li Baregeha Tankeran a 10emîn a Incîrlikê hatin girtin ku Bekir Ercan Van yê derbekar bi kar anîbû.
Herwiha TOMA, hêzên polîsan û tîmên dijî terorê li wir hatin bicihkirin û heta fermaneke din, çûn û hatin hat qedexekirin.
Ji aliyekî din ve, 50 bombeyên hîdrojenê B-61 yên Amerîkayê li wir in. Şifreyên wan di destên Amerîkayê de ne û bêyî wan şifreyan nayên bikaranîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ihtimala hewldaneke din a derbeyê hebû lewra ev bergirî hatin girtin lê Wezîrê YEyê Omer Çelikî ji hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: Ez li Adanayê me, Ne li Adanayê û ne jî li Baregha Incirlikê ti kêşe tine ne, me rewşa ewlehiyê bi awayekî giştî nirxand. Ti kêşe tine ne."
Herwiha Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford îro tê Tirkiyeyê. Dunford dê hevdîtinên dualÎ li Enqereyê pêk bîne û dê serdana leşkerên li Incrilikê bike.
