11:48:18
Rojava News: Peyvdarê bi navê herêmdariya Netewên Yekbûyî ya karûbarê penaberan li Urdin “Lî Bîbî”eşkere kir ku 51.5% ji penaberên Sûrî yên navên wan nivîsandin kêmî 17salî ne, û hejmara wan 338.645 penaberî ye.
Bîbî diyar kir ku 21.5% ji penaberan di kampan de dijîn û hejmara wan niha 141.267 penaberî ye, ku li Zeterî 79.22hezar penberî hene, di dema ku li kampa Ezereq 54.732 penaber hene, û di kampa Îmaratî de nêzîkî 7.315 penaber hene.
Di mijara zayenda wan penaberan de 50.7% ji penaberan nêr in û hejmara wan gihiste 332.964 penaber e, di dema ku yên mê 49.3% bi hejmara 324.84 penaberê ye.
