12:01:05
Rojava News: Li Bexdayê agir girte beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê û di encamê de 12 zarokên sebî jiyana xwe jidest dan.
Wezareta Tendurustî ya Iraqê ragihand ku li beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê agir girtiye rawera zarokan û paşî tûpeka oksîjenê teqiye.
Di daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê de hatiye gotin ku hêzên berevaniya şaristanî, agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û agir kontrol kirine.
Li gor daxuyaniyê agir di beşa jinan de derketiye û ji wir gehiştiye cihê zarokan. Di encamê de 12 zarokan jiyana xwe jidest dane.
Çavkaniyên ewlekariyê diyar dikin ku dibe agir ji ber elektirîkê derketibe.
