DAIŞê xortek li ser bînayekî bilind avêt erdê û kuşt!

DAIŞê xortek li ser bînayekî bilind avêt erdê û kuşt!

01:50:19

 

Rojava News: Rêxistina DAIŞê xortekî Mûsilî, bi hêceta ku “şerîet binpê kiriye”, li ser avahiyeka bilind avêt erdê û kuşt!

 

Rêxistina DAIŞê bi hêcetên sosret û bi şêwazên ecêb mirovan dikuje. Li gorî agahiyan, duh li nêzîkî bajarê Mûsilê, xortekî Mûsilî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi awayekî sosret hat kuştin.

 

Ew xort bi homosêksueltiyê hatibû tohmetbarkirin û fermana mirina wî hatibû dayîn. Ji ber wê jî li ser bînayekî bilind avêtin erdê û kuştin.

 

DAIŞê vîdyoya kuştina wî jî belav kir. Di vîdyoyê de tê dîtin ku çekdarekî DAIŞê fermana mirina wî xortî dixwîne û gelek zarok û endamên DAIŞê jî li wir in.