11:37:56
Rojava News: Rojnameya Marîyo a Îsrayîlê ragehand: Di demekê de ku Îran û Rûsya ji hev nêzîk dibin û firoke yên cengî yên Rûsya ji Îranê ve hêriş dikin ser Surya, hevkari ya Îsraîl û Rûsyayê berdewam dibin.
Roj a Pênşemmê berpirs ên pile bilind ên serbazî yên Îsrailê bi rojname ya Maryo ragehand: Hevkarî ya serbazî û asayîşî ya Rûsya û Îsraîlê dê berdewam bibe û ji hev nêzîkbûna Îran û Îsrayîlê nabe sedema sarbûn a peywendiyên herdû welata.
Sala burî, serok wezîr ê Îsraîlê Binyamîn Netinyaho, 4 caran seredan a Rûsyayê kir û li gel serokkomar ê wî welatî li ser peywendî yên dû alî û rewş a Suriyeyê danûstan kiribûn.
Di dema çend roj ên burî jî de firoke yên Rûsyayê berdewam ji bingeh a serbazî ya Noje li nêzîk Hemedan a Îranê ber bi Suriyeyê difirin û hêrîş dikin ser dijber ên Beşar Esed.
