Îran li ser daxwaza Şamê baregehên xwe ji rûsan re vekir!

Îran li ser daxwaza Şamê baregehên xwe ji rûsan re vekir!

12:38:46

 

Rojava News: Wezîrê Berevaniya Îranê Huseyin Dehgan diyar kir ku wan baregeha hewayî ya Hamedanê, li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê ji balafirên şer ên Rûsî re vekirine.

Li gorî nûçeya nûçeya Tasnîmê Dehgan got: "Qebûlkirina balafirên şer ên Rûsî ji bo baregeha hewayî ya Hamedanê, li ser serlêdana hikûmeta Sûriyê bi hevkariyê û di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîstan pêk hatiye."

Balafirên şer ên Rûsî ji bo li hedefên El Nusra û DAIŞê bixin, roja sêşemê cara pêşîn, baregeha hewayî ya Hemedanê ya li Îranê bikar anîbûn.