Hewceyiya Rûsyayê bi Baregeha Încîrlîkê tuneye!

Hewceyiya Rûsyayê bi Baregeha Încîrlîkê tuneye!

12:47:01

 

Rojava News: Rojnameya Komsomolskaya Pravdayê di nivîsa xwe de nivîsand ku ji bo operasyonên tekoşîna dijterorê hewceyiya Rûsyayê bi Baregeha Încîrlîkê tuneye.

Dîrektorê kovara Parastina Netewî ya Rûsyayê (Natsionalnaya Oborona) Îgor Korotçenko di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Komsomolskayayê de got: "Rûsya ji bo ku Baregeha Încîrlîkê bi kar bînê tu serdanên fermî nekirine û li gorî min hewceyî jî pê tuneye.

Îgor Korotçenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke pêşniyareke şênber ji terefê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve ji bo bikaranîna Baregeha Încîrlîkê li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn were kirin wê nirxandina vê Sererkanê Giştî yê Rûsyayê bike. Lewra li Sûriyeyê hêza Rûsyayê têra xwe dike û jixwe niha li Îranê jî balafirên bombebaran ên menzîldirêj jî dikarin rabin. Yanî yên niha di tekoşîna dijî terorîzma navneteweyî de têra Rûsyayê dikin."

Korotçenko di dirêjiya axaftina xwe de pirsa heke Rûsya ji bo Baregeha Încîrlîkê were vexwendin gelo Amerîka wê li dijî vê derkeve an na? bersivand û got: "Amerîkî hetanî bixwazin bila li dijî derkevin. Dema ku em biryarên girîng digirin em li bertekên amerîkiyan temaşe nakin, ji bo me tiştê herî girîng berjewendiya neteweyî ye."